Mihemed Helbusî careke din bû Serokê Parlamentoya Iraqê

Mihemed Helbusî bi piraniya dengan cara duyemîn bû Serokê Parlamentoya Iraqê.

Parlamentoya Iraqê piştî hilbijartinê îro cara yekem civiya. Piştî ku rewşa tenduristiya Serokê Demkî yê Parlamentoya Iraqê Mihemed Meşhedanî têk çû ji parlamentoyê derket û di bin serokatiya Xalîd Deracî hilbijartina serokê parlamentoyê dest pê kir. 228 parlamenter tev li dengdanê bûn.

Mihemed Helbûsî 200 deng bi dest xist. Mihemed Meşhedanî jî 14 deng danî û 14 deng jî vale bûn.

Beşek ji aliyên siyasî îro tev li civîna parlamentoyê nebûn. Komên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) jî tev li rûniştina hilbijartinê nebûn.

Parlamenteran sonda qanûnî xwend.

Hilbijartina Parlamentoya Iraqê di 10’ê Cotmeha 2021’an de pêk hatî û ev civîna yekem bû pêk hat.