Dadgeha Navnetewî der barê 2 serokên Talîbanê de biryara girtinê da

Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (UCM) der barê serokê herî mezin ê manewî yê Talîbanê Hîbatullah Ahundzade û serokê pergala dadê Abdulhakîm Hakkanî de ji ber sûcên zilma li ser jinan biryara girtinê derxist.

Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (UCM) li Den Haagê der barê serokê herî mezin ê manewî yê Talîbanê Hîbatullah Ahundzade û serokê pergala dadê Abdulhakîm Hakkanî de ji ber sûcên li dijî mirovahiyê, bi taybetî sûcên zayendî, nasnameya zayendî, rengê îfadeyê ya li dijî zarokên keç û jinan zilma li ser jinan biryara girtinê derxist.

Li gorî Dadgeha Ceza ya Navneteweyî hincetên maqûl ên pê bawer hene ku 2 rayedarên Talîbanê li dijî zarokên keç û bi taybetî jinan ên li gorî polîtîkayên zayendî tevnagerin bi sîstematîk zilmê dikin.