Wê Belarûs û Rûsya tatbîkateke leşkerî bikin

Serokê dewleta Belarûsê Alexandr Lûkaşenko diyar kir wê di meha Sibatê de tevî Rûsyayê tatbîkatên leşkerî li dar bixînin.

Lûkaşenko di civîna bi rayedarên Wezareta Parastinê de got “Li gorî plansaziya me em ê van tatbîkatan di meha Sibatê de bikin.”

Serokê dewleta Belarûsê Alexandr Lûkaşenko di sala 2021’an de tevî serokê dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ev biryar dane.

Lûkaşenko diyar kir Ûkrayna li ser sînorê Belarûsê hêzên xwe zêde dike û got “Ev di warê leşkerî de amadekariyeke potansiyel e”

Di demên dawîn de ji ber krîza Ûkraynayê aloziya di navbera Rûsya û welatên rojava de zêde bûye.  Ûkrayna û welatên rojava diyar dikin ku Rûsya ji bo êrişeke leşkerî ya dagirker xwe amade dike. Rûsya jî vê gotinê qebûl nake û dibêje NATO dixwaze Ûkrayna û Gurcistanê têxe nav banê xwe.