Li Yewnanîstanê erdhej çêbû

Li bakurê Yewnanîstanê erdhejek bi pileya 5.4 çêbû.

Erdhej li nêzî Selanîkê 23 kîlometre li başûrê rojavayê Çiyayê Athosê bi kurahiya 10 kîlometre di bin erdê de pêk hat.

Li gorî agahiyên destpêkê, di erdhejê de ti ziyan çênebûye.

Yewnanîstan li ser gelek xetên fayê yên sîsmîk ango erdhejê ye û gelek caran dibe sedema erdhejan.

Di Cotmeha 2021’an de di erdheja bi lerza 7’an a ku li Behra Egeyê pêk hat de 114 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û zêdeyî hezar kes jî birîndar bûbûn. Li girava Samosê ya Yewnanîstanê jî 2 zarok miribûn.