Li New Yorkê agir bi avahiyekê ket: 19 kes mirin, 63 kes birîndar bûn

Li New Yorkê agir bi avahiyekê ket. 9 jê zarok herî kêm 19 kes mirin. Şaredar ji bo vê yekê got, "Yek ji şewatên herî giran ê bajêr."

Li taxa Bronxê ya New Yorkê agir bi avahiyekê ket. Şaredarê New Yorkê Eric Adams bûyer weke "Yek ji şewatên herî giran ên dîrokê" pênase kir. Di bûyerê de herî kêm 19 kesan jiyana xwe ji dest dan, 63 kes jî birîndar bûn. 9 ji kesên mirin zarok in.

Li gorî dîmenên li medya dîjîtal hatin weşandin, serê sibehê li yek ji taxên herî mezin ên New Yorkê li Bronxê agir ji paceyên avahiyeke bilind derdikeve û dûyekî reş bi ser avahiyê ve dikeve. Piraniya kesên jiyana xwe ji dest dan, ji ber dû fetisîn.

Rayedarên arkujiyê diyar kirin ku ji ber amûreke germkirinê agir bi avahiyê ketiye.

Arkujên ku li gorî dema herêmê saet di 11:00 de gihîştin cihê bûyerê, destpêkê ragihandibûn ku nêzî 30 kes birîndar bûne û di nava du saetan de şewat kontrol kiribûn. Şewata li avahiya HLM a ji 19 qatî ji aliyê du sed arkujan ve hate vemirandin.

Çarşema bihurî jî li Philadelphiayê, ji ber agirê bi avahiyekê ket 8 jê zarok 12 kes miribûn.