Li peravên Endonezyayê erdheja bi mezinahiya 6.6 pileyî

Li peravên girava Cava ya Endonezyayê bi mezinahiya 6.6 pileyî erd hejiya.

Li gorî daxuyaniya Enstîtuya Sîsmolojiyê ya Emerîkayê (USGS) erdhej bi 37 kîlometreyî li başûr rojavayê Cavayê saet di 09:45 bi dema herêmê qewimî.

Alarma tsûnamiyê nehate dayin. Li gorî agahiyên destpêkê tiştek bi kesî nehatiye. Lê belê erdhej li paytext Cakartayê jî hate hîskirin.

Ji ber erdhejê gelek kes li paytextê ji malên xwe derketin kolanan.

Endonezya ku li ser 'xeta agir' a Pasîfîk e, timî erd lê diheje.

Di 26'ê Kanûna 2004'an de ji ber erdheja 9.1 pileyî ya li peravên Sûmatrayê tsûnamiyên mezin rû dabûn û li herêmê 220 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn.