Êrişî Sanayê hate kirin: 14 kes mirin

Koalîsyona Ereban li Sanayê da ya ku di bin kontrola Hûsiyên Yemenê de ye. Hate ragihandin di vê êrişa hewayî de 14 kes mirine.

Di 17’ê Çileyê de êrişî Emîrtiya Ereban a Yekgirtî hatibû kirin. Koalîsyona Ereban a di bin Pêşengtiya Sûûdî Erebistanê de jî li hemberî Sanayê êrişeke hewayî pêk anî. Di vê êrişê de ya li dijî Emîrtiya Ereban sê kes miribûn.

Koalîsyona Ereban diyar kiribû ku wan heşt drone jî bêbandor kirine.

Li gorî çavkaniyên nexweşxaneyê û şahidên bûyerê li Sanayê li mala nûnerekî leşkerî hatiye xistin.

Endamekî rêveberiya Hûsiyan li ser hesabê xwe yê twîtterê diyar kir ku di êrişa Koalîsyona Ereban de 20 kes mirine.