Îran piştî şeş salan dîplomatên xwe dişîne Cîddeyê

Heyeteke dîplomatîk a Îranê di bin banê Teşkîlata Hevkariyê ya Îslamî li bajarê Cîdde yê Sûûdî Erebistanê wê buroyên xwe veke. Di navbera her du welatan de şeş sal in têkiliyên dîplomatîk qut bûbû.

Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Îranê Saîd Hatîbzade got “Delegasyona li bajarê Cîddeyê wê dest bi xebatên xwe yên Teşkîlata Hevkariyê ya Îslamî bike” û derbarê dîroka fermî ya vekirina buroyan jî tiştek negot.

Ji ber ku li Riyadê pêşengekî olî yê Şîî hatibû darvekirin, di navbera Sûûdî Erebistan û Îranê de têkilî qut bûbûn. Her du welat hev sûcdar dikin ku, Rojhilata Navîn bê îstîkrar dikin.

Li Bexdaytê di navbera welatên li dijî hev muzakere hatibûn kirin. Di hevdîtinan de li ser pirsgirêkên herêmî yên wekî ya Yemenê sekinîbûn. Teşkîlata Hevkariya Îslamî di sala 1969’an de li Cîddeyê ava bû û 57 welat tê de cih digirin.