Şaredarê Edeneyê û Manavgatê hatin girtin

Şaredarê Bajarê Mezin ê Edeneyê Zeydan Karalar û Şaredarê Manavgatê Niyazî Nefî Kara hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna "gendeliyê" ya li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de, Şaredarê Bajarê Mezin ê Edeneyê Zeydan Karalar hatibû girtin. Karalar îro sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat kirin. Karalar piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hat kirin.

Karalar bi îdiaya "gendeliyê" hat girtin.

Di çarçoveya operasyona li dijî Şaredariya Manvgat a Antalyayê de, Şaredar Niyazî Nefî û cîgirê şaredr Mehmet Engîn Tuter jî di nav de 25 kes di 4'ê Tîrmehê de hatin binçavkirin.

Tuter û Kara piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin û Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Manvgavtê der barê Tuter û Kara de biryara girtinê da.