Iraq wê heta 15 rojan serokkomarê xwe hilbijêre

Parlementoya Iraqê wê heta 15 rojan serokkomarê hilbijêre. Ji bo hilbijartinê 4 namzet hene.

Serokê Tevgera Teqadûm a Sunî Muhammed Halbûsî bû serokê parlementoya Iraqê ya serdema nû.

Niha jî ji bo hilbijartina serokkomariyê amadekarî tên kirin. Li Iraqê her çiqasî ne qanûnî be jî piştî lihevkirinan hêzên siyasî yên Kurd serokkomar tê diyarkirin.

Li gorî qanûnên Iraq û rêziknameya parlementoyê wê Parlementoya Iraqê heta 15 rojan serokkomar hilbijêre. Li gorî peymanên di navbera herêmên federatîf serokkomarê Iraqê ji nav herêma Kurdistanê tê hilbijartin. Li gorî peyamên di navbera PDK û YNK’ê, serokkomar ji aliyê YNK’ê ve tê hilbijartin. PDK hewl dide namzetan diyar bike jî heta niha ev pergal wisa domiyaye.

LÎSTEYA NAMZETAN

4 kes ji bo serokkomariyê Iraqê bûna namzet

1.Berhem Salih (YNK), niha serokkomar e

2.Hoşyar Zebarî (PDK) yek ji wezîrê berê yê Iraqê ye

3.Rizgar Mihemedemîn: Yek ji dozgerê darvekirina Saddam Huseyîn e.

4.Xalid Şêx Sidîq.

Li gorî kûlîsan yek ji wezîrê berê Letîf Reşîd ê YNK’yî jî ji bo serokkomariyê namzet e.