Êrişa sîber a li ser Ûkraynayê: Avaniya daneyê dibe ku nema bixebite

Êrîşeke sîber çû ser malperên hikûmeta Ûkraynayê. Mîcrosoftê ji ber êrîşa giran hişyarî da û got dibe ku hemû avaniya daneyên bi ser hikûmetê ve nema bixebitin.

Roja înê êrişa sîber çûbû ser gelek malperên hikûmeta Ûkraynayê. Vê êrîşê rageşiya di navbeyna Kîevê û Moskowayê de zêdetir kir. Kîev jixwe bi mehan e Moskowayê sûcdar dike û dibêje Moskowa xwe hazir dike Ukraynayê dagir bike.

Mîcrosoftê di daxuyaniyê de hişyarî da û got êrişa li ser malperên wezaretê dibe ku ziyaneke mezin bide avaniya daneyan.

Mîcrosoftê li ser rûpela xwe ya blogê got, ''Deqsaziyên (malware) bi armanca xirab ku bi armanca fidyeyê xuya dikin lê ne xwedî mekanîzmaya xilaskirina fîdyeyê ne, ji bo komkirina fîdyeyan, armanc dike sîteyên ku kirine hedera xwe tine bikin û bikin ku nexebitin.''

Mîcrosoftê diyar kir wan ev deqsazî di gelek malperên hikûmetê de, di pergalên rêxistina civaka sivîl û zanîna teknolojîk a Ûkraynayê de dîtine û got, ''Halê hazir em nikarbin bibêjin bê ka ev êriş ji hêla operasyonî ve wê çendî vegere û çend sazî dikarin jê mexdûr bibin.''

Mîcrosoftê her wiha diyar kir hê wan tespît nekiriye bê ka kê êriş aniye.

Ukrayna û Rojavayî dibêjin ev karê Moskowayê ye. Hin kes dibêjin ev êrişa sîber qonaxa pêşî ya êrişa leşkerî ye.