Li Kazakistanê 8 hezar kes hatin destgîrkirin

Li Kazakistanê di xwepêşandanan de bi dehan kes hatin kuştin. Li gorî bîlançoya nû nêzî 8 hezar kes hatine destgîrkirin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karê Navxweyî ya Kazakistanê heta 10’ê Çileyê 7939 kes hatine destgîrkirin.

Hate ragihandin piştî rojan li Alantiyê ya ku paytext e înternet jî hatiye berdan.

Bîlançoya zelal a xwepêşandanan nayê zanîn. Li gorî hin çavkaniuan herî kêm 160 kes hatine kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûne.

Di 2’ê Çileyê de ji ber ku bihayê LPG’ê zêde bû xwepêşandanên xurt hatin destpêkirin û ev xwepêşandan li hemû welat belav bû.