Rûsyayê Qazakîstan ji bereya 'Tûranî' derxist?

Ji çalakiyên protestoyî yên li Qazakîstanê bi taybet Rûsya jê sûd wergirt. Destwerdana Rûsya ya li Qazakîstanê bi rengê ku Qazakîstan ji bereya Tûranî hate derxistin, hate şîrovekirin.

Li gorî wergereke ku di kovara Currîer Internatîonalê de weşiyayî rojnameya Nezavîssîmaya ku li Moskowê weşana rojane dike sernava, ''Rûsya Qazakîstan ji bereya Tirkî zimanê cîhanê ye derêxist'' bi kar anî.

Rojnameyê got, ''Li Qazakîstanê ya ku pergalê datîne ne nûnerên Tûraniya Mezin, peywirdarên aştiyê yên welatên Sowyeta berê ne.'' Tûrniya Mezin weke îdeolojiya nîjatperest a pantirk tê zanîn ku dixwaze hemû qewmên Ural-Altayê bike yek.

Li gorî rojnameya Moskowayê Tirkiye wê fikarê dike ku, ''Qezakîstanê ji dest bide, ku Qezakîstan girêdana navvendî ya cîhana Tirk e.''

Medyaya Rûs balê dikşîne ser îdeolojiya pantirkîst a Serokkomarê berê Nursulta Nazabayev. Nazarbayev ji sala 1991'ê û wir ve ku Yekîtiya Sowyetan belawela bûye bi wê hewlê bû ku, ''Hemû welatên bi zimanê Tirkî bigihîne hev da ku wan bike hêzeke cîhanî ya karîger.''