Droneyên Tirk li Etîyopyayê sivîlan dikujin

Li herêma Tîgrayê artêşa Etîyopyayê di êrîşên hewayî de bi kêmanî 108 sivîl kuştin. Di van êrîşan de tê diyarkirin di van êrîşan de drone bi roleke navendî radibin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî ji serê Çile û wir ve li herêma Tîgrayê di êrîşên hewayî de bi kêmanî 108 sivîl hatin kuştin. Şerê li herêmê ji serî e bû sedema mirina bi hezaran kesî, bi sed hezaran kes hejar kirin.

Li herêma Tîgrayê ya di bin kontrola serhildêran de tê gotin van demên dawî di êrîşan de dron bi roleke navendî radibin. Artêşa Etîyopyayê hê derheqê bernameya dronê daxuyanî nedaye, lê tê gotin li şûna ku yekîneyên leşkerî bişînin wê van çekên kujer bi kar bînin.

Li herêmên ku şer çêdibe ji ber ku ragihandin qut dibe bi zelalî nayê zanîn bê ka çi cure çek û çi qasî têne bikaranîn.

Li gel vê jî sînodar jî be li gorî agahiyên ku di medyayê de derdikevin drone têne bikaranîn.

Pisporên ku ji AFP'ê re axivîn û dîplomat gelek delîl hene ku Etîyopyaya ji gelek welatan drone standine û wê van bi kar bîne.

Wim Zwîjnenburg ku li Hollanda di bin banê rêxitina PAX'ê de ya ku aştiyê teşwîq dike, li ser mijara droneyan pispor e diyar kir di erîşên dawî de di dimanan de tê xuyakirin ku droneyên Tirk, Îran û Çînê têne bikaranîn.

Zwîjnenburg got, ''Bi min Etîyopyaya halê hazir bikarhênerê herî mezin droneyan e li parzemînê.''

Beriya niha jî droneyên dewleta Tirk li Libyayê bi kuştina sivîlan bûbû rojv. Jixwe li çar parçeyen Kurdistanê van çekan bi dehan sivîl qetil kirine. Xasma jî li Rojava û Başûrê Kurdistanê droneyên Tirk li ber çavê hêzên navnetewî di nav cezanekirinê de sivîlan û binesaziyên sivîl dike hedef.