Koreya Bakur di nava 14 rojan de cara sêyemîn fuze ceriband

Koreya Bakur li gel pêkanînên Emerîkayê jî ji destpêka salê ve cara sêyemîn e ku fuzeya balîstîk diceribîne.

Piştî ku DYE'yê biryara pêkanînên malî li ser pênc welatiyên Koreya Bakur da, fuzeya nû ya ku weke 'hîpersonîk' tê pênasekirin hate ceribandin.

Piştî vê biryara DYE'yê, roja Înê ji Koreya Bakur daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, ku wê ti carî dest ji "mafê xweparastinê" bernedin.

Hate ragihandin ku ceribandina fuzeyê ya nû li gorî dema herêmê saet di navbera 14:41 û 14:52'an de hatiye kirin. Li gorî agahiyan, fuzeya hate avêtin menzîla wê kurt bû û bi 36 kîlometreyan bilind bû û bi 432 kîlometreyan çûye.

Konseya Ewlekariyê ya Koreya Başûr nerazîbûn nîşanî ceribandina fuzeyê da û got, "Di vê dema krîtîk de tevkariyê li aramiya nîvgirava Koreyê nake."

Koreya Bakur di nava vê salê de du carên din jî fuze ceriband. Ya yekekmîn 5'ê Çileyê, ya duyemîn jî 11'ê Çileyê ceribandibû.