Îsraîl: Peymana nukleer a bi Îranê me eleqedar nake

Serokwezîrê Îsraîlê Naftalî Bennett diyar kir heke di muzakereyên Viyanayê de bi Îranê re peymanek çêbibe, wê ev peyman Îsraîlê eleqedar neke.

Naftalî Bennett di komîsyona karên derve û parastinê ya parlementoyê de axivî û diyar kir peymana ku hêzên global wê bi Îranê re bikin, nikaribe pêşiya Îsraîlê bigire. Bennett got “Îran bûye wekî ahtapoteke ku dora sînorên me girtiye. Em ji parastinê derbasî êrişê bûne. Îsraîl di muzekerayan de cih nagire û ne mecbûr e li gorî peymanan tevbigere.”

Bennett diyar kir ku di warê qada ewlekariya neteweyî de rewşa dewleta Îsraîlê baş bûye û bi saya rêjeya ji sedî 7 wê pergala ewlekarî û parastinê xurt bikin. 

Beriya van daxuyaniyan Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Îranê Saîd Hatîpzade jî ji bo muzakereyên li Viyanayê gotibû ‘Pêşketinên baş hene’. 

Hatîpzade diyar kiribû di warê nukleerê de gelek pirsgirêkên girîng hene ku werin nîqaşkirin û got “Lê di gelek waran de me encamên baş bi dest xist û heke nêta aliyên din hebe, em ê pêş ve biçin.”

DYE di sala 2018’an de xwe ji peymana nukleerê vekişandibû. Ji ber vê jî ew ne yekser tevlî hevdîtinan dibe.

Peymana nukleer di sala 2015’an de li Viyanê hatibû çêkirin. Li aliyekî Rûsya, Çîn, Kraliyeta Yekgirtî, Fransa û DYE û li aliyê din jî Îran heye.