Piştî teqîna volkanê li Tongayê, li gelek herêman alarma tsûnamiyê hate dayin

Teqîna volkanê Ha'apai yê li Tongayê, gelek welatên Pasîfîk ketin nava alarmê. Pêla giraniyê ya ji ber teqînê, li Elmanyayê jî hate hîskirin.

Teqîna volkan li hezaran kîlometreyî jî xwe da hîskirin. Ewrê ji xweliyê bi ser Derya Başûr ve ket. Teqîna volkanekî li binê avê, bû sedem ku pêlên tsûnamiyê rabin ku çend ji giravên Tongayê di nava avê de bihêle. Pisporan li ser encamên xweliya ku li vî welatê giravê belav bû, hişyarî da.

Rayedarên DYE'yê dîmenên peykê yên teqînê weşandin û diyar kirin ku teqîna volkanê Hunga Tonga weke "teqîna herî dijwar û xurt a sedsala 21'ê xuya dike."

Lêkolîna Jeolojîk a Tongayê diyar kir ku gaz, dû û xwelî bi 20 kîlometreyan bi hewayê ketine.

Li gorî nûçeyên di çapemeniyê de hatin weşandin, piştî teqîna destpêkê ya roja Înê pêlên biçûk ên tsûnamiyê rû dan. Lê belê teqîna duyemîn a roja Şemiyê ewqasî giran bû ku ji Zelanda Nû ya ku bi 2000 kîlometreyî dûr e hate bihîstin. Tevî Tonga, DYE û Japonyayê li Fiji, Vanuatu, Zelanda Nû, Awûstralya, Ekvador û Şîliyê hişyariya tsûnamiyê hate dayin.

Pêlên bi bilindahiya 1.20 metreyî li peravên Japoyayê ket. Lehiya ku li Kalîforniya, Santa Crûzê bi teqîna volkan ve hate girêdan. Navenda Hişyarkirina Tsûnamiyê ya Pasîfîk roja Yekşemê hişyarî rakir.

Ji ber teqîna volkan gelek welat ketin nava alarmê. Pêla zextê ya ji ber teqînê rû da, li Elmanyayê jî xwe da hîskirin.