Li gorî Îranê di dosya nukleerê de 'pêşketineke baş' heye

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Saîd Hatîbzade diyar kir ku li Viyanayê di danûstandinan de yên li ser nukleerê 'pêşketineke baş' heye.

Saîd Hatîbzade li Tehranê civîneke çapemeniyê li dar xist û got, "Bûyerên niha li Viyanayê diqewimin, encameke hewldanên aliyan hemûyan ên ji bo lihevkirineke aram û ewle ye."

Berdevk got, "Di çar mijarên hatin nîqaşkirin de pêşketineke baş heye: rakirina pêkanînan, pirsgirêka nukleerê, kontrolkirin û wergirtina garantiyan."

Berdevk anî ziman ku di mijara nukleerê de "pirsgirêkên cuda yên girîng hene ku bên nîqaşkirin" û got, "Lê belê di gelek nuqteyan de me encam bi dest xist û eger nêta aliyên din jî hebe em ê bi pêş ve biçin."

DYE ji ber ku bi rengekî yekalî sala 2018'an ji peymana nukleerê vekişiya, bi rengekî neyekser tevlî hevdîtinên li Viyanayê dibe.