ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
‘Tevgerên Kurdistanî divê Kurdistanê ji dagirkeran biparêzin’
Nûnera Partiya Nûjenî û Demokrasî ya Sûriyê Heyfa Mehmûd, piştgiriya PDK’ê ya ji dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê rexne kir û bang li hemû tevger, partî û pêkhateyên Kurdistanî kir ku parastina Kurdistanê bikin. -
Li Rimêlanê 51 şehîd hatin bîranîn
Li bajarokê Rimêlan a girêdayî bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê, 51 şehîd hatin bîranîn. -
Çeteyên dewleta Tirk 2 kes revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker du kesên bi navê Mihemed Îzet Koçer û Îsa Xelef revand. -
‘Ciwanên me ji bo siberojeke azad xwe di sîwanên YPG/YPJ’ê de perwerde kirin’
Rêveberê Partiya Tahaluf Ehmed Hiso, diyar kir ku komujiya Til Hasil-Til Eranê bi armanca qirkirina gelê Kurd hatiye pêkanîn û got, “Ciwanên me ji bo siberojeke azad xwe di sîwanên YPG/YPJ’ê de perwerde kirin.” -
Şehîdên komkujiya Qamişloyê hatin bîranîn
Bi wesîleya salvegera 8’emîn a komkujiya Qamişloyê, merasîma bîranînê hat lidarxistin. -
'Divê piştgiriyê bidin têkoşîna QSD'ê ya li dijî DAÎŞ'ê’
Endamê Fermandariya Giştî ya QSD’ê Çiya Firat anî ziman ku êrîşên dewleta Tirk û vekirina qadên berfireh ji DAÎŞ’ê re li herêmên dagirkirî bandoreke neyînî li şerê wan ê li dijî DAÎŞ’ê kir û banga piştgiriyê kir. -
Xelkê Helebê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd meşiyan
Bi sedan şêniyên bajarê Helebê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. -
‘Sembola Şoreşa Ziman mamoste Viyan Amara ye’
Yek ji rêhevalên Viyan Amara, Aras Hiso derbarê kesayeta wê de ev tişt got: “Viyan bi dilnizmiya xwe cihê xwe di dilê her Kobaniyekî de girt. Em ê jî heta dawî xwedî li pênûsa Viyan derkevin.” -
Dagirkeran zêdeyî 200 darên zeytûnê birîn
Li Efrînê zêdeyî 200 darên zeytûnê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatin birîn. -
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin têkbirin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl dan bikevin gundên Minbicê. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiva çeteyan da. -
Li Marê û Ezazê 2 çete hatin kuştin, 4 birîndar bûn
HRE’yê diyar kir ku di çalakiyên li Marê û Ezazê lidar xistine de, 2 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn. -
‘Rojek bû, lê heta dawiya jiyanê nayê jibîrkirin’
Dayika şehîd Mihemed Ziweyde Ferhan Elî kesên ku 27’ê Tîrmehê di encama êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bûne bibîr anî û got ku ew her sal mîna vê rojê şehîdên komkujiyê bibîr tînin. -
Dewleta Tirk a dagirker bombe li 15 gundan barand
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, bombe li 15 gundên herêma Efrîn-Şehbayê barand. -
Cenazeyê şervanê QSD'ê Beşar Hewas El Fadil bi merasîmekê hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Beşar Hewas El Fadil ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê ve li Goristana Şehîdan hat veşartin. -
Li Reqayê 6 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê 6 çeteyên DAÎŞ’ê li Reqayê girtin. -
Şervanê HRE’ê Brûsk Meydana li Efrînê şehîd bû
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku şervanê wan Brûsk Meydana (Xalid Şêx Dada) 23’yê Tîrmehê li herêma Efrînê şehîd bûye. -
Ubeyd: Ruhê Şoreşa Rojava dewam dike, ev gel wê paşde gav navêje
Rêveberê Saziya Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Huseyîn Ubeyd ku şahidî ji her kêliya Şoreşa Rojava re kir, îşaret bi êrîşên dagirkeriyê kir û got, “Ev gel wê paşde gav navêje.” -
Tecrîda Îmraliyê û êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin
Meclisa Ciwanên PYDˊê, Yekitiya Jinên Ciwan, Kongreya Îslama Demokratîk û xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tecrîda Îmraliyê û êrîşên dagirkeriyê protesto kirin. -
Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê 3 kes revandin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên "Polîsên Leşkerî" li Efrînê 3 kesên din revandin. -
Dagirkeran li Efrînê arazî dan ber agir, 25 hezar dar şewitîn
Dewleta Tirk a dagirker û wêrankar li Efrînê araziyên gund da ber agir. Li gorî agahiyên destpêkê, herî kêm 25 hezar dar şewitîn. -
Kongra Star nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê da
Meclîsa Kongra Star daxuyaniyek çapemeniyê da û bertekek tund nîşanî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û xiyaneta PDK’ê da. -
Xelkê Kobanê li dijî tecrîdê meşiya
Bi sedan şêniyên Kantona Firatê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan. -
HRE: Li Marê û Ezazê 10 dagirker hatin kuştin
HRE’yê ragihand ku wan li Marê û Ezazê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker du çalakiyên serdegirtinê lidar xistine û herî kêm 10 dagirker hatine kuştin. -
‘Cezayên nû nîşan didin ku ew ji fikrên Rêber Apo ditirsin’
Endamên Meclîsa Navçeya Şêran a Kobanê diyar kirin ku gel deyndarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û gotin: “Divê tecrîda li Îmraliyê rabe, çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye.” -
Gelê Hesekê li dijî tecrîda Îmraliyê meşiyan
Li Hesekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekî girseyî hate şermezarkirin.