ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Berteka li dijî biryara girtina sê partiyan
Meclîsa Kantona Efrîn-Şehba, biryara Iraqê ya girtina sê partiyan şermezar kir. -
Dagirkeran gundên Şêrewayê topbaran dikin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên bajarokê Şêrawayê yê kantona Efrîn û Şehbayê topbaran dikin. -
Nûrî El Xelîl: QSD’ê amade ye bersiva her êrîşeke li dijî herêmê bide
Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Nûrî El Xelîl bal kişand ser fealiyetên dijber ên hêzên girêdayî hikumeta Şamê û diyar kir ku QSD’ê amade ye bersiva her êrîşeke li dijî herêmê bide. -
Serdana malbata şehîd Bahoz Hewlêr kirin
Xelkê Kantona Firatê ji malbata şehîd Bahoz Hewlêr re sersaxî xwest. Gerîlayê HPG’ê Bahoz Hewlêr li Xakûrkê şehîd bûbû. -
Li Dêrazorê di şer de 8 êrişkar hatin kuştin, 16 jî birîndar bûn
Çavkaniyên ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku di şerê ji ber êrişa hêzên hikumeta Şamê de li Dêrazorê 8 êrişkar hatin kuştin, 16 jî birîndar bûn. -
Navên du sivîlên li Dêrazorê şehîd bûne hatin zanîn
Hêzên hikûmeta Şamê û komên “Difa Watanî” ya girêdayî wê, êrîşî gundên Dêrazorê kiribûn. Navên du sivîlên ku di êrîşê de şehîd bûne, hatin zanîn. -
Hêzên Şamê êriş birin ser gundên Dêrazorê
Hêzên hikumeta Şamê û hêzên Dîfa El Watanî yên wê, li rojhilatê Dêrazorê êriş birin ser gundan. Di encamê de 2 sivîl şehîd bûn, 7 jî birîndar bûn. -
'Nebûna yekîtiyê li ser Kurdistanê gef e'
Kurdiyar Dirêî diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê gefê li doza Kurdan dixwe û anî ziman ku hevkariya bi PDK'ê re wê bibe sedema felaketên mezin. -
Li Efrînê êşkence li 2 zarokan hat kirin
Hêzên paramîlter ên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê êşkence 2 zarokan kirin û welatiyek revandin. -
Nuqteyeke QSD'ê hate bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker li çiyayê Kezwana yê Hesekê bombe li nuqteyeke leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) barand. -
Nîşaneya wêrekî û biryardariyê: Aljîn
Aljîn ji nava baxçeyê zeytûnan tevlî nava têkoşîna azadiyê bû. Bi wêrekî û biryardariya xwe hate naskirin, bi îradeya xwe tevlî nava karwanê nemiran bû. -
Dewleta Tirk a dagirker li Dêrikê depoya avê hedef girt
Dewleta Tirk a dagirker depoya avê ya gundekî bajarê Dêrikê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir. -
Li Heleb û Şehbayê tecrîd hate protestokirin
Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê û li Şehbayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin. -
Şandeyeke ji Desteya Eşîran a Şengalê serdana TEV-DEM’ê kir
Ji Rêveberiya Xweser a Şengalê şandeyekê serdana TEV-DEM`ê kir. Di serdanê de şandeyê ji ber piştgirîdayîna civaka êzidî spasiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. -
Dagirkeran li Qamişloyê êriş birin ser febrîqeya rûn
Dewleta Tirk a dagirker li başûrê Qamişlo yê Kantona Cizîrê êriş bir ser febrîqeyeke rûn. -
TEV-DEM’ê ji bo Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kir
Endamên Meclîsa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Kantona Firatê, li Kobanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. -
Jinên kantona Efrîn û Şehba: Cezayê darvekirinê ji bo têkbirina têkoşîna jinan e
Jinên kantona Efrîn û Şehbayê biryara cezayê darvekirinê ya li çalakvan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî hatî birîn, şermezar kirin û destnîşan kirin ku ev biryara bêhiqûqî ji bo şikandina vîna jinê hatiye dayîn. -
Dagirkeran 4 kes revandin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Cindirêsê ya Efrînê 4 kes revandin. -
Jinên Kobanê: Em çalakiyên gerîla bi tilîliyan pêşwazî dikin
Jinên li Kobanê, diyar kirin ku li hemberî berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê, dewleta Tirk a dagirker a ku her roj propogandaya teknîka xwe ya şer dike, têk diçe û gotin, “Em di malên xwe de ketina balafirên Tirk bi tilîliyan pêşwazî dikin." -
Nesekinî, 58 rojan şer kir: Bahoz Tekman
Sembola berxwedana Efrînê Bahoz Tekman 58 rojan li ber dijmin sekinî û şehîd bû. Bi şehadeta xwe veguherî destana lehengiyê. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Xalid Xebrawî hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Ferîd Xalid Xewrawî yê li bajarê Girkê Legê şehîd bû, bi merasîmeke girseyî hate veşartin. -
Rêveberiya Xweser: Komkujiya Şengalê weke qirkirin nas bikin
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku Komkujiya Şengalê qirkirineke li dijî xelkê Êzidî hatî kirin e û bang kir ku civaka navneteweyî jî vê komkujiyê weke qirkirin nas bike. -
YPG: Dewleta Tirk ji bo Êzidiyan xeteriyeke mezin e
YPG’ê di salvegera fermanê de daxuyanî da û got: “Dewleta Tirk ji bo gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî jî ji bo gelê me yê Êzidî xeteriyeke mezin e. Em ji bo parastina gelê xwe yê Êzidî, amade ne.” -
‘Ji bo rizgarkirina Şengalê, bi hezaran şehîd hatin dayîn’
Hevserokê mala Êzdîyan a Herêma Cizîrê Îsmaîl Delef diyar kir ku ji bo rizgarkirina Şengalê bi hezaran şehîd hatin dayîn û banga vegera welêt kir. -
Li her derê zilmê li Kurdan dikin
Di dîrokeke ku hebûna gelê Kurd jî tine tê hesibandin de, Tirkiyê bi êrîşên xwe yên li dijî çand û zimanê gelê Kurd, dijminahiya xwe carek din nîşan da. Ev konsepta êrîşkar polîtîkayên li dijî gelê Kurd ên li Sûriyeyê û berxwedana gelê Kurd anî bîra me.