Şerê Îran-Îsraîlê: 12 rojan li Îranê 627 kesan jiyana xwe ji dest dan

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku di 12 rojên dawî de di encama êrîşên Îsraîlê de herî kêm 627 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 hezar û 870 kes birîndar bûn.

Li gorî wezaretê piraniya qurbaniyan li paytext Tehranê û bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan.

Midûrê Têkiliyên Gelan ên Wezaretê Huseyîn Kermanpûr diyar kir ku herî kêm 627 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 hezar û 870 kes birîndar bûn.

Her wiha hatiye diyarkirin di encama êrişan de 35 fermandar û leşkerên Îranê jî hatine kuştin.

Hat diyarkirin di encama êrişên 12 rojan de 500 avahiyên niştecihbûnê ziyanek mezin dîtine û 120 avahî jî bi temamî rûxiyane.