'Ez tu caran wê rojê ji bîr nakim'
Mazlûm Palas ê ku bavê wî û birayê wî di Komkujiya Kobanê de şehîd bûne anî ziman ku ew ew tu caran wê rojê ji bîr nake û tu carî ji mejiyê wî derneketiye.
Mazlûm Palas ê ku bavê wî û birayê wî di Komkujiya Kobanê de şehîd bûne anî ziman ku ew ew tu caran wê rojê ji bîr nake û tu carî ji mejiyê wî derneketiye.
Mazlûm Palas ê ku bav û birayê wî di Komkujiya Kobanê de şehîd bûne, ji ANF`ê re axivî.
Mazlûm Palas di destpêka axaftina xwe de behsa destpêkirina êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê kir û ev yek anîn ziman: ‘’Rojeke xedar û giran bû. Çeteyan di berbanga sibehê de êrîşî me kirin û xwestin bi wî rengî me tune bikin. Lê belê em bi ser ketin. Bavê min ji ber dengê guleyan derketibû ber derî û dipirse ku gelo çi qewimiye. Ji ber ku dengê guleyan gelek dihat, me nedizanî bê ka çi diqewime. Dema bavêmin li berderiyê malê dipirse bêka çi diqewime çete guleyan lêdireşînin û bavêmin li ber deriyê mala me dikeve xwarê û di cih de şehîd dibe. Hîna jî me nedizanî ku çeteyên DAÎŞ`ê ketine Kobanê.’’
Mazlûm di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku birayê wî jî piştî bavê wî bûye hedefa çeteyan û got: ‘’Dema ku bavê min ket xwarê me ji mala xwe li qatê jor ber bi jêr ve baz da. Em sê bira bûn, dema me dît bavê me li erdê ye, me ber bi bavê ve baz da ku em cenazeyê bavê xwe li erdê rakin. Li ber deriyêmalê wêdetir jçeteyek dihat û gule berdidan ser me. Ez û birayekî xwe em ketin hundir lê belê birayê min Cîger li derve ma. Çeteyê DAÎŞ’î gazî birayê min kir û bi Kurdî got ku were. Birayêmin çawa ber bi wî aliyî ve dimeşe çete guleyan li birayê min direşîne û birayê min Cîger xwe bi erdê re kaş dike û ber bi deriyê malê ve tê û li ber derî li rex cenazeyê bavê min ew jî şehîd dibe.’’
Mazlûm Palas di dawiya axaftina xwe de anîzimanku ew tu carî wê roja reş ji bîr nake û ev yek anîn ziman: ‘’Ew roj ji mejiyê min dernakeve. Çete li ser motorekê bûn û du kes bûn. Çeteyan gule berdidan her kesî. Gelek kes şehîd bûn. Çete gelekî hov bûn, însan serjê dikirin. Qaşo dibêjin ku em Misilman in lê belê tu baweriya wan tune ye. Birayê min Cîger Palas û bavê min Mehmûd Palas her duyan jî wê rojê xatir ji me xwestin."