Li gorî Xamaneyî DYE’yê ‘sîleyeke giran’ xwar û Îsraîl ‘têk çûye’!
Serokê olî yê Îranê Ayetûllah Elî Xamaneyî, îdîa kir ku Îran li hemberî Îsraîlê ‘serketin’ bi dest xistiye û anî ziman ku DYE’yê ‘sîleyeke giran’ xwar û Îsraîl jî ‘têk çûye’.
Serokê olî yê Îranê Ayetûllah Elî Xamaneyî, îdîa kir ku Îran li hemberî Îsraîlê ‘serketin’ bi dest xistiye û anî ziman ku DYE’yê ‘sîleyeke giran’ xwar û Îsraîl jî ‘têk çûye’.
Xamaneyî roja Pêncşemê di daxuyaniyekê de "serketina" welatê xwe li hember Îsraîlê pîroz kir. Ev yekem daxuyaniya wî bû ji dema ku agirbest roja Sêşemê ket meriyetê.
Li gorî ajansa fermî ya IRNA, Xamaneyî got, "Ez dixwazim neteweya mezin a Îranê pîroz bikim: berî her tiştî, ji bo serketina wê ya li dijî rejîma Siyonîst."
Xamaneyî îdia kir ku DYE’yê di vî şerî de "tiştek bi dest nexistiye" û got berovajî wê "sîleyeke giran" xwar.
Xamaneyî, ku li ser hesabê xwe yê X’yê daxuyanî da îdia kir ku rejîma Siyonîst "Bi darbeyên Komara Îslamî ve hate têkbirin."
Her wiha diyar kir ku DYE’ê ji bo rizgarkirina rejîma siyonîst rasterast ketiye nava şer û got ku DYE’yê di vî şerî de tiştek bi dest nexistiye.
Xamaneyî, her wiha got ku wan bi êrîşa li ser Baregeha Hewayî ya El-Udeyd zirar dane wê û got ku di demên pêş de çalakiyên bi vî rengî dikarin bên dubarekirin.
Xamaneyî got, “Eger êrîşeke pêk bê, teqez wê dijmin berdêlên giran bide.”