Li Reqayê şerê dijwar diqewimin

Li Reqayê di operasyona hêzên QSD'ê de herî kêm 18 çete hatin kuştin.

Îro li gelek cihên bajarê Reqayê şerê dijwar di navbera şervanên QSD′ê û çeteyên DAIŞ’ê de qewimîn. Şervanan derbên giran li çeteyan xistin. Li aliyê rojavayê bajêr, dema ku şervan ber bi Taxa Yermûkê ve pêşve diçûn, rastî  çeteyên DAIŞ’ê hatin li vê taxê şer derket û şer hê jî didome.

Li heman cihî balafirên keşfê yên koalisyona navneteweyî cîhekî çeteyan tesbît kirin û lêdan.

Li Taxa Qedîsiyê jî şer hebû, di encamê de 10 çete hatin kuştin û belafiran li 4 cihên çeteyan xistin. Li Taxa Nehda jî di seatên sibehê de komeke çeteyan xwestin êrîşî cihê şervana bikin, lê şervan zû bi wan hesiyan û li wan dan. Di encamê de çeteyek hate kuştin, yekî xwe teqand, 4 çete jî reviyan.

Li Taxa Berîd jî dîsa komeke çete xwstin êrîşî nuqteya şervanan bikin, lê şervanan destûr nedan  wan ku derbasî nuqteyê wan bibin û şer qewimî. Di encam de 3 çete hatin kuştin, 3 çeteyan jî dema ku tengav bûn xwe teqandin. Şerê li taxê derketî hê jî berdewam e.

Rewşa şervanên QSD′ê yên di çeperên berxwedanê de baş e. Li milê rojhilatê bajêr jî, şervanan bi 3 baskan ve pêşve çûn û niha  şereke dijwar li wir diqewime.