QSD: Divê sivîl xwe ji nuqteyên DAIŞ’ê dûr bixin

Fermandariya Giştî ya QSD’ê, ji bo ewlehiya can û malê sivîlên Reqayê, bang kir ku divê xwe ji nuqteyên çeteyên DAIŞ’ê dûr bixin.

Fermandariya Giştî ya QSD’ê ku têkildarî Pêngava Azadkirina Reqayê da wiha got: “Pêngava Rizgarkirina Reqayê serkeftî û li gorî planzasiya ku hatiye danîn, didome. Hêzên me di nava bajar de bi baldarî operasyonên leşkerî lidar dixin, da terorê têk bibin û selametiya sivîlan biparêzin. Ji ber ku çete sivîlan wekî mertalên zindî bikar tînin.

Bi alîkariya hêzên koalisyona navneteweyî ku li qada şer bi hêzên QSD′ê re di nava koordîneyê de ne, çeteyan derbeyên giran xwarin.

Em spasiya gelê Reqayê yê piştgiriya hêzên me kirin, dikin û bang li wan dikin ku xwe ji navendên çeteyan dûr bixin.”