ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Taxa Rewda şer dijwar e: Herî kêm 8 çete hatin kuştin
Di encama şerê dijwar ê navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê yên li Taxa Rewda qewimî de, herî kêm 8 çete hatin kuştin. -
McGrûk, bi Meclîsa Sivîl a Reqayê re civiya
Nûnerê Taybet ê DYA’yê, Brett McGrûk, bi Meclîsa Sivîl a Reqayê re civiya. -
YPG’ê nasanameya 10 şehîdên Reqayê eşkere kir
YPG’ê, nasanameya 10 şervanên YPG/YPJ’ê yên ku di navbera 10 Gulanê heta 26’ê Hezîranê de li cihên cuda yên berxwedana rizgarkirina bajarê Reqayê de jiyana xwe ji dest dane, eşkere kir. -
Şervanên ku ji bo azadiyê mirin di şexsê xwe de kuştine
Şervanên QSD'ê, bi taybetî YPG/YPJ'ê, ku li Reqayê rengekî canbexşane têdikoşin û bajêr û gel ji hovîtiya DAIŞ'ê rizgar dikin, bi wêrekiya xwe li cîhanê deng vedidin. -
Pêngava Reqayê: Li El-Diriyê şerê li nava kolanan
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), herêmên bajarên Reqayê yên di destê DAIŞ'ê de ne, ji aliyê rojhilat û rojava ve rizgar dikin. QSD, ku li aliyê rojhilat li El-Baytanî bi pêş ve diçe, li rojava jî berê xwe daye navenda taxa El Diriyê. -
Şervanên mezin ên mirovahiyê
Tabûra Enternasyonalîst a di bin banê QSD’ê de, ku li eniyên pêş ên Şerê Mezin ê ji bo rizgarkirina Reqayê cih digire, li dijî DAIŞ’ê hem ji hêla leşkerî ve û hem ji hêla moralê ve xwedî roleke girîng e. -
Pêngava Reqayê: Li taxa El-Nehdayê şer dewam dike
QSD di nava Reqayê de her bi pêş ve diçe. Li taxa El-Nehda ya li rojavayê bajêr, di şerê navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de 19 çete hatin kuştin. -
Vaye plana Erdogan a ji bo dagirkirina Efrînê
Tê gotin, rejîma Erdogan ji bo Efrînê dagir bike bazarê bi Esad re dike. -
Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastin Emîn hat veşartin
Welatiyên bajarên Dirbêsiyê û Serêkaniyê cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Elî Emîn li Goristana Şehîd Rustem Cûdî, veşartin. -
Çeteyên Tirkiye dîsa gundên Şera topbaran dikin
Çeteyên Tirkiye piştgiriya wan dike, gundên navçeya Şera topbaran dikin. Di heman demê de balafirên keşfê yên Tirkiyeyê jî li ser gundê Şêx Îsa re difirin. -
Cenazeyê 13 şervanên azadiyê hatin veşartin
Welatiyên Kantona Kobanê cenazeyên 13 şervanên azadiyê yên ku di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmeke bi heybet li Goristan Şehîd Dicle veşartin. -
Dîmenê şerê li Qadisiyê
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya 25’ê Hezîranê ya li ser Taxa Qadisiyê de gelek çete kuştin. Hêzên QSD’ê piştî êrîşê, ber bi herêmên di bin kontrola çeteyên DAIŞ’ê de pêş ve diçin. -
Rewşa sivîlên li Reqayê çawa ye?
Li Reqayê malbatên ku ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûyî gotin: “Em li benda şervanên QSD’ê bûn. -
Hêzên Asayîşê nasnameya endamekî xwe eşkere kir
Navenda Hêzên Asayîşê nasnameya endamê xwe Ebdulrehman Elî yê dema ku li ser erka xwe ya parstina bajêr di encama qezayekê de şehîd bû, eşkere kir. -
Şervanên QSD'ê 4 malbat li Reqayê rizgar kirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li Reqayê 4 malbat ji Taxa El-Diriya ya di bin dagirkeriya DAIŞ`ê de ye, rizgarkirin. -
YPG'ê nasnameya 11 şehîdên Reqayê eşkere kir
YPG'ê, nasnameya 11 şehîdên 'Cenga Mezin' a rizgarkirina bajarê Reqayê eşkere kir. -
Şervana YPJ'ê ya Swêdî Roza: Dixwazim kêfxweşiya azadiyê bijîm
Roza ciwaneke Swêdî ye, ku 22 salî ye. Ev 2 sal in tevî hevalên xwe yên YPJ'yî ji bo rizgarkirina herêmê li refên herî pêş şer dike. -
Şervanê YPG’ê yê DYA’yî Demhat: Kurd kêşeya cîhanê çareser dikin
Demhat Newyork niha li eniya Reqa şervanekî YPG’ê ye ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dike. -
YPG'ê li ser êrîşên artêşa Tirk daxuyanî da
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Efrînê daxuyaniyek da û got, "Êrîşên çeteyan ên li dijî Efrînê zêde bûne û li Kobanê jî liv û tevgera hewayî dewam dike." -
Gundê El-Xûta jî ji çeteyan hate rizgarkirin
Şervanên QSD′ê li Reqayê gaveke din pêşve çûn û gundên El-Xûta jî ji çeteyan rizgar kirin. -
Li Reqayê çete di mirin, şervan pêş ve diçin
Çete li ser hev li rojhilat û rojavayê Reqayê derbên giran dixwin. Şervan bi pêş ve diçin. -
'Bihuşta Min' li Ûrûgûayê bû 'dokûmantera herî baş'
Dokûmantera bi navê "Bihuşta Min", ku ji aliyê derhêner Ekrem Heydo ve hate amadekirin û qala êrîşa çeteyên El Nûsra ya 2012'an a li Serêkaniyê dike, li Ûrûgûayê hêjayî xelata 'Dokûmantera herî baş' hate dîtin. -
Efrîn wê bersivê bide dagirkeriyê
Yek ji endamên Fermandariya YPJ'ê ya Efrînê Nûjîn Dêrik got, bi sewqiya dawî re xuya ye dewleta Tirk bi tena serê xwe jî bimîne wê amadekariya dagirkirina Efrînê bike û destnîşan kir, ew amade ne bersiva pêwîst bidin. -
Li Reqayê Taxa Qadisiyê ji çeteyan hat paqijkirin
Şervanên QSD'ê taxa Qadisiyê û Gundê El-Farih ji çeteyên DAIŞ'ê rizgarkirin. -
Li Reqayê du cejn bi hev re tên pîrozkirin
Bi Pêngava Xezeba Firatê re, ku QSD'ê di Mijdara 2016'an de dest pê kir, Reqa gav bi gav tê rizgarkirin. Ev yek, cejnên rasteqîn li Reqayê vedigerîne.