Cenga Mezin: 4 wesayîtên bombekirî hatin rûxandin
Pêngava Rizgarkirina Reqayê ya Cenga Mezin bi hemû leza xwe dewam dike. Şervanên QSD’ê 4 wesayîtên bombebarkirî rûxandin. Li taxên Yermok û Rewadê jî bi giştî 13 çete hatin kuştin.
Pêngava Rizgarkirina Reqayê ya Cenga Mezin bi hemû leza xwe dewam dike. Şervanên QSD’ê 4 wesayîtên bombebarkirî rûxandin. Li taxên Yermok û Rewadê jî bi giştî 13 çete hatin kuştin.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ya ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Reqayê bi pêş ve diçin, li Taxa Berîde ya dikeve bakurê bajêr 2 û li Taxa Qasidiye a dikeve rojavayê bajrê jî 2 wesayîtên bombebarkirî rûxandin.
Şervanên QSD’ê beriya ku ev wesayîtên bi teqemeniyê barkirî bigihêjin armanca xwe ji dûr ve teqandin.
Her wiha li Taxa Berîdiyê sekvanekî çeteyên DAİŞ jî ji aliyê hêzên QSD’ê ve hatiye kuştin.
Li Taxa Yermokê ku dikeve başûrê rojavayê Reqayê şervanan 5 çete kuştin û wesayîtekî wan jî îmha kirin.
Li rojhilatê bajêr Taxa Rewda jî şervana bersiv dan êrîşên çeteyan di encam de 8 çete hatin kuştin.