YPG'ê nasnameya 4 şehîdên Reqayê eşkere kir
YPG'ê, nasnameya 4 şervanên xwe yên di navbera 15-19'ê Hezîranê de li Reqayê di operasyona rizgarkirinê de şehîd bûn, eşkere kir.
YPG'ê, nasnameya 4 şervanên xwe yên di navbera 15-19'ê Hezîranê de li Reqayê di operasyona rizgarkirinê de şehîd bûn, eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, operasyona rizgarkirina Reqayê di roja 16. de bi rengekî dijwar didome û ev agahî da:
"Di navbera 15-19'ê Hezîranê de 4 hevrêyên me yên li taxên Reqayê bi lehengî li ber xwe dan, şehîd bûn. Ev hevrêyên me jî li ser şopa şehîdên beriya xwe, li dijî çeteyên ku paşverûtî û hovîtiyê li ser gelan ferz dike têkoşîneke bênavber meşandin, di vê rêyê de bêyî ku tereddût bikin canê xwe dan."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, weke YPG û YPJ'ê ew hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin û sersaxî ji malbatên şehîdan û tevahiya gelê welatparêz re hate xwestin.
YPG'ê destnîşan kir, ku ew ê li ser şopa şehîdan bin û ji bo armancên wan bi ser bixînin, bê navber têbikoşin.
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya YPG'ê nasnameya şehîdan wiha ye:
Nasnav: Dijwar Cudî
Nav û Paşnav: Yasîn Yilmaz
Navê Dayikê: Ferîde
Navê Bav: Îdrîs
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 19'ê Hezîrana 2017
Nasnav: Ferhad Qoser
Nav û Paşnav: Ercan Sariboga
Navê Dayikê: Mekiye
Navê Bav: Feysel
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 19'ê Hezîrana 2017
Nasnav: Mazlum Doxan
Nav û Paşnav: Ferhad Wahab
Navê Dayikê: Sewlî
Navê Bav: Mustafa
Cihê Ji Dayikbûnê: Girê Spî
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 19'ê Hezîrana 2017
Nasnav: Rubar Amanos
Nav û Paşnav: Sinusî Ehmed
Navê Dayikê: Hezîme
Navê Bav: Niwîran
Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 15'ê Hezîrana 2017