Cenazeyê 4 şarvanên azadiyê li Kobanê hatin veşartin

Li Kantona Kobanê cenazeyê 4 şervanên YPG′ê yên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Goristan Şehîd Dicle bi merasîmekê hatin veşartin.

Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê cenazeyên şervanên YPG′ê Yasîn Yilmaz (Dijwar Cûdî), Ercan Sarî Boga (Ferhad Qoser), Ferhad Wehab (Mezlûm Dogan) û Sinûsî Ehmed (Robar Amanos) ên ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Dicle veşartin.

Di merasîma oxirkirinê de bi dehan şervanên YPG/YPJ′ê, Endamên Saziyên Civaka Sivîl û Desteyên Rêveberiya Xweser, amade bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve despê kir. Piştre Fermandarê YPG′ê Yaşar Kobanê axivî, sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û got: ″Em di pêvajoyeke dîrokî û hestyar re derbas dibin. Hêzên me li bajarê Reqayê serkeftinên mezin bi dest dixin. Em soza domandina têkoşînê didin.″

Piştre jî Endama Rêveberiya Kongreya Star Semîra Ehmed jî axivî û ji bo parastina destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, soza şopandina rêya şehîdan da.

Di dawa merasîmê de nasnameyên cangoriyan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.

 Cenazeyên şervanan bi dirûşim û tilîliyan ve hatin veşartin.