Ciwan ji bo azadiya Ocalan meşiyan

Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR), di çarçoveya çalakiyên "Welat welatê me ye, tolhildan soza me ye" de, li navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê duh êvarê bi meşaleyan meşiyan.

Ciwanan di meşê de xwestin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakurê Sûriyeyê şermezar kirin. Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YCR, Tevgera Jinan a Ciwan û TEV-DEM'ê hatin hildan.

Meşa ku bi sedan ciwan tevlî bûn, li pêşiya Mala Gel a Cindirêsê dest pê kir. Ciwan li nava kolanên sereke yên navçeyê meşiyan û li kolana 20. li hev civiyan. Li ser navê YCR'ê Îbrahîm Reşo li vir axivî û şervanên azadiyê û şehîdên komkujiya Kobanê bibîr anî.

Reşo di dewama axaftina xwe de ragihand, ew di pêvajoyeke hesas de ne û diyar kirin, bi taybetî li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li hemberî Rojava û Bakurê Sûriyeyê, divê têkoşîn bê xurtkirin.

Reşo di dawiya axaftina xwe de soza geşkirina berxwedanê da û destnîşan kir, ku ew ê herêma xwe ji dagirkeriya Tirkiyeyê biparêzin.

Çalakî bi qîrîna dirûşmên li dijî êrîşên dewleta Tirk, qediya.