250 şervan bi merasîmekê tevlî nava refên QSD'ê bûn
250 şervanên ku piştî dewreya perwerdê bi dawîkirin, bi şahiyekê tevlî nava refên QSD'ê bûn.
250 şervanên ku piştî dewreya perwerdê bi dawîkirin, bi şahiyekê tevlî nava refên QSD'ê bûn.
Li Akademiya Şehîd Ezîz Ereb a bajarê Girê Spî 9′emîn dewreya perwerdeyê ya bi navê ″Şehîd Cegerxwîn″ ku bi beşdariya 250 şervanan destpê kir û mehekê dom kir, bi şahiyekê bi dawî bû. Di dewreyê de perwerdeya leşkerî ji aliyê Fermandarên QSD′ê û hêzên koalisyona navneteweyî ve dihat dayîn.
Di şahiyê de Hevseroka Meclîsa Sivîl a Reqayê Leyla Mûstefa, nûnerên Meclîsê, Serokê Buroya Têkîliyên Giştî ya YPG′ Şêx Hemed Şihadê, Fermandarê QSD′ê Mûrad Serhed, berpirsê tugaya leşkerî ya YPG′ê ya herêma Aliya û rûspiyên êlên herêmê, amade bûn.
Şahî bi merasîmekî leşkerî ve hat lidarxistin û piştre Endamê Meclîsê Celal Eyaf axivî bi dawikirina dewreya perwerdê pîroz kir. Eyaf bang li ciwanên li herêmên rizgarkiriî kir ku cihê xwe dinava refên QSD'ê de bigrin.
Di dawiya şahiyê de şervanên ku dewreya perwerdê qedandî soza parastina welat dan û şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.