Li dijî Efrîn û Şehbayê êrîş
Çeteyên Cebhet El-Nûsra û Ehrar El-Şam bi çekên giran êrîşî Kantona Efrînê dikin.
Çeteyên Cebhet El-Nûsra û Ehrar El-Şam bi çekên giran êrîşî Kantona Efrînê dikin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên rizgarkirî yên herêmA Şehbayê topbaran dikin. Di encamê de baxçe û çandiniyên sivîlan hedef girtin û ziyanên madî gihişt mal û milkên sivîlan.
Çeteyên Cebhet El-Nusre û Ehrar El-Şam, ên li aliyê kela Semanê bi cih dibin, bi top û çekên giran doşka, topavêj û hawanan her du gundên Îska û Basûfanê yên navçeya Şêrewa topbaran kirin, her wiha gundê Qitmê û Kefer Cenê yên navçeya Şera topbaran kirin.
YPJ/YPG`ê û Hêzên Şoreşgeran bersiva topbarana çeteyan û artêşa Tirk a dagirker, dan.
Di encama topbarana hovane û hedefgirtina mal û milkên sivîlan de her du navçeyên Şera û Şêrewa û çandiniya wan de, ziyanên madî bi zeviyên çandiniyê bûn.
Di demên ku çeteyan gundên kantona Efrînê topbaran dikirin de artêşa Tirk a degirker û çeteyên wê yên li gundê Kilcibrîn û bajarê Ezazê bicih dibin, , şeva din gund û bajarokên herêmên Şahba yên rizgarkirî Herbel , Şêx Îsa, Til Medîq, Eyn Deqne, Um Hoş, û gundê Wehşiyê, hedef girtin.
Di encamê de ziyanên madî mezin bi mal û milkên şêniyan û çandiniyên wan de çêbûn.
Êrîş heta niha ji didome.