Gelê Kobanê berê xwe da şehîdgehan

Gelê Kobanê çû serdana şehîdgehan û li ser gorên şehîdan find vêxist.

Gelê Kobanê, bi wesîleya salvegera Komkujiya 25'ê Hezîranê û Cejna Remezanê, berê xwe da Şehîdgehên Şehîd Dîcle û Komkujiya 25'ê Hezîranê. Şêniyên Kobanê li ser gorên şehîdan find vêxistin û merasîmeke bîranînê lidar xistin.

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Mislim, alîkarên wî Bêrîvan Hesen û Xalid Berkel, Serokê Desteya Parastinê Îsmet Şêx Hesen, Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd, Serokê Desteya Karên Hundir Bozan Xelîl û ji fermandarên QSD'ê Heqî Kobanê tevî gelê Kobanê serdana şehîdgehan kirin.

Merasîma bîranînê ya li Şehîgeha Şehîd Dîcle bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd peyivî û destnîşan kir, destketiyên heyî bi berxwedana mezin a Kobanê hatine afirandin.

Li merasîma li Şehîgeha 25'ê Hezîranê jî endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Îzet Hemo axivî. Hemo sersaxî ji malbatên şehîdên komkujiyê re xwest û diyar kir, armanca vê komkujiyê şikandina berxwedana gelê Kobanê bû. Hemo got, "Piştî vê komkujiyê hêrs û hêza me ya tolhildanê zêde bû. Şervanên me niha li Reqayê li dijî çeteyan şer dikin."

Li dû merasîmê, girseya gel berê xwe da bîrdariya 6 endamên Hêzên Asayîşê, ku di 25'ê Hezîranê de bi xurtî li ber xwe dan û şehîd bûn. Li vê derê di merasîmê de li ser navê Desteya Karên Hundir Xelîl Îsmaîl axivî û cangoriyên ji bo ewlekariya gelê xwe canê xwe feda kirin, bibîr anî.

Welatiyên hatin serdanê, gorên şehîdan bi findan xemilandin.