Saetek ji Cenga Mezin

Ji kamerayê hez dikin lê naxwazin wêneyên wan belav bibin. Ji jiyanê hez dikin, lê her kes dixwaze here xeta herî pêş û li hember DAIŞ’ê şer bike.

Li gorî ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji me re dibêjin şert û mercên cenga mezin a bajarê Reqayê çûn û hatina li eniyên pêş zor û zehmet e, ji ber cihên vala hene û çeteyan sekvanên xwe bi cih kirine. Em li pêşiya bajêr li benda panzêra heftrih rawestiyan. Carekê panzêr bi lez hat û şervanên li derdora me hemû reviyan deriyê panzêrê vekirin. Çi bû? Şervaneke YPJ'ê birîndar bûye, ew ji panzêrê derbasî ambulansê kirin.

Em komek ji rojnamevanan bûn. Şervanan destûr dan ku em bi panzêrê derbasî eniya pêş bibin. Em siwar bûn, tiştê yekser çavên min di panzêrê de lêket, wêneyên Şehîdan bûn. Ajokar li pêşiya xwe danibûn. 

Nîvrojên Reqayê germ in, lê di panzêrê de germtir bûn. Li taxa Qadisiyê di noqteyeke şervanan de em peya bûn. Roja berî ku em herin di vê taxê de şerekî dijwar qewimî bû. Çeteyên DAIŞ'ê bi wesayiteke bombebarkirî êrîşî şervanên QSD'ê kiribûn. Piştre çeteyan kom bi kom êrîşî taxên Hitîîn û Qadisiyê kiribûn. Li  gorî ku şervanan ji me re got ev êrîş hemû şkestin û gelek çeteyên êrîşkar hatin kuştin. Nuqteya ku em lê rawestiyan di navbera taxa Qadisiyê û Hitîîn de bû. Ji  xwe ev her du navên taxên borî rêjîma Baas lêkiribûn. Ev her du jî navên şerên dîrokî ne. 

Şervaneke YPJ'ê em pêşwazî kir. Jê re digotin Hevala Şervîn. Ew şervan pir bi Ipad re mijûl dibû. Wê rewşa şer kordîne dikir û kordînatên şer dida koalisyonê. Me jî meraq kir û serê xwe  di ser Ipadê de xwar kir. Wêneyeke şervanekê li ser desktopa Ipadê bû. Min xwediya wêneyê pirsî ? Got, "Ev Fermanadara min e Şehîd e. Di dilê min de ye, lê dixwazim bi rêya wêneya wê her tim li ber çavên min be jî."

Du jinên sivîl derbasî nuqteyê bûn. Ew şervanan li derdora wan bûn xelek, her yek ji wan tiştek dipirsî. Ew her du jin malên wan nêzî wir bûn. Bi israr in ji malên xwe dernekevin û şervan jî bêxatiriya wan dayikan nekirin ku wan ji malên wan derbixin.

Di wê navberê de dengê guleyan dihat. Gotin ev sekvanên çeteyan in her tim davêjin. Şervanên QSD’ê jî gule ber bi taxa Der'îyê ve berdidan. Li eliyekî din şervanan xwarin ji xwe re amade kiribûn û dixwarin. Dîsa bi ken û henek bi hev re daxivîn. Kesek wek van şervanan wateyê nadin jiyanê û kesek wek wan jî jiyan nekirine lîstok. Ji kamîreyê hez  dikin lê naxwazin wêneyên wan belav bibin. Ji jiyanê hez dikin lê her kes dixwaze here xeta herî pêş û li hember DAIŞ'ê şer bike.