Cenazeyê şervanê QSD’ê Mehmûd El-Hesen hat veşartin

Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê û bajaroka Sirînê, cenazeyê şervanê QSDʹê Mehmûd EL-Hesen (Mehmûd Cirniyê) yê ku di pêngava rizgarkirina Reqa de şehîd bibû, li goristana gund veşartin.

Welatiyan Cenazeyê Mehmûd EL-Hesen (Mehmûd Cirniyê)ji Nexweşxaneya Leşkerî ya bajarê Kobanê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi bajaroka Sirênê ve derketin rê.

Li bajarokê Sirînê û gundê wê bi sedan welatî û malbata tekoşer Mehmûd li gundê Cirniyê karwanê şehîd pêzwazî kirin. Girseya gel wêneyên Şehîd û alên YPG`ê û YPJ`ê, TEV-DEM`ê û QSD`ê hilda bûn.

Li rêya ketina gund girseya gel cenaze ji wesayîtê peya kirin û bi diruşmeyan darbesta şehîd heta goristanê meşiyan. Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina şervanan ve destpê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Sivîl a bajarokê Sirînê Mihemed Receb Mistefa axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza berdewamkirin rêya şehîdan da.

Piştre jî nasnameya şehîd ji aliyê endama Saziya Malbatên Şehîdan Ferdos Kino ve hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenaze bi diruşmeyan ve spartin axê.