Çeteyên Tirkan gundên Herbel û Şêx Îsa bomberdûman dikin
Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Ezazê û Kilcibrîn bi cih bûne, gundên Herbel û Şêx Îsa yên Şahbayê bomberdûman dikin.
Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Ezazê û Kilcibrîn bi cih bûne, gundên Herbel û Şêx Îsa yên Şahbayê bomberdûman dikin.
Li gorî ajansa ANHA'yê, çeteyên Tirkiyeyê ji herêmên Ezazê û Kilcibrîn bi çekên giran gundên Bendava Şahba, Herbel û Şêx Îsa yên herêmên Şahbayê bomberdûman dikin.
Şervanên Cehş El-Swar bersiva êrîşan da û li herêmê şer qewimî.