Cenazeyên 4 şervanên QSD'ê li Girê Spî hatin veşartin

Welatiyên bajarê Girê Spî cenazeyên 4 şervanên QSD'ê yên di 'Cenga Mezin' a rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Mehmûd Tumê veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Girê Spî cenazeyên şervanên QSD′ê Ebdulkerîm Şihadê, Elî Mihemed Casim, Îbrahîm Îbrahîm û Îsmaîl Mecîd ên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Mehmûd Tumê veşartin.

Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Girê Spî Zelîxe Ebdî û Hemdan El-Ebid, Hevserokatiya Meclîsa Sivîl a Reqayê Leyla Mûstefa û Celal Eyaf, Endamê Rêveberiya TEV-DEM′ê Selahedîn Firat, Endama Rêveberiya Kongreya Star Peyman Cûdî û Endamên Saziyên Civaka Sivîl, beşdarî merasîma oxirkirinê bûn.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên Kurdistanê destpê kir. Ji aliyê şervanan ve merasîmek leşkerî hat lidarxistin. Piştre Endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajêr Wehîd Ebdullah, Hevseroka Rêveberiya Xweser Zelîxe Ebdî, û Fermandarê Hêzên Xweparastinê Şoreş Kobanê, axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û dane zanîn ku bi saya fedekariya şehîdan û hevgirtina gelê Bakurê Sûriyê gelek serkeftin hatin bidestxistin û planên dijmin ên dagirkeriyê bin ketin.

Di dawiyê de soza şopandina rêya şehîdan heta avakirina Sûriyeke azad û demokratîk, hat dayîn.

Piştre nasnameyên şervanan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên şervanên QSD'ê bi tilîlî û dirûşmeyan li goristanê hatin veşartin.