Li Minbicê cenazeyê 2 şervanan hatin veşartin

Welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên 2 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li Goristan Şehîdan a Minbicê veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Elî Hemûd (Elawî) yê ku 20′ê Hezîranê di pêngava rizgarkirina Reqayê û Hisên Kesab (Ebû Edî) yê li gundê Kor Heyûk ê rojavayê Minbicê dema bi erka xwe ya leşkerî radibû de şehîd bibûn, ji nexweşxaneya Firatê ya bajêr wergirtin û ber bi Goristana Şehîdên Minbicê ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve desptê kir. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Îbrahîm Xelef, Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş û li ser navê Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyeyê Ehmed Erec, axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwestin û di kesayeta wan de hemû şehîdên azadiyê bibîr anîn. Her wiha axaftvanan banga hevgirtinê û piştgiriya hêzên leşkerî li gelê herêmê kirin û gotin ku dawiya çeteyên DAIŞ′ê ya li ser destê QSD′ê, nêz bûye.

Di dawiyê de soza domandina têkoşînê ji bo avakirina Sûriyeke azad û demokratîk, kirin.

Piştre nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.

 Cenazeyên şervanan bi dirûşim û tilîliyan ve hatin veşartin.