Çeteyên ku dixwestin li Minbicê komkujiyê bikin hatin girtin

Yekîneyên Antî Terorê (YAT), çeteyên DAIŞ'ê yên ku amadekarî dikirin ji bo li Minbicê di cejna Remezanê de komkujiyê bikin, girtin.

Li gorî nûçeya ANHA'yê, komeke ji 5 çeteyan ku di nava koçberên ji Reqayê hatin de derbasî Minbicê bû, ji aliyê tîmên YAT'ê ve hate şopandin. Di şeva 21'ê Hezîranê saet di 23:00 de operasyonek hate kirin û çeteyên ku amadekariya êrîşê dikirin, ji aliyê tîmên YAT'ê ve li ser sûc hatin zevtkirin.

Çeteyên ku di lêpirsînê de li xwe mikur hatin, cihê çekên di êrîşê de bi kar bînin nîşan dan. Tîmên YAT'ê 4 çekên kalaşnîkov, 16 şarjorên wê, 2 debance, 3 şarjorên debanceyê, 80 fîşekên debanceyê û 300 fîşekên kalaşnîkovê yên çeteyan desteser kirin.

Hat hînbûn, çeteyan amadekarî dikirin ku di cejna Remezanê de li Minbicê komkujiyê bikin. Lêpirsîna her pênc çeteyan dewam dike.