Şervanên QSD'ê li Reqa bi pêş ve diçin
Şervanên QSD'ê nîvê taxa Hattînê ya rojavayê Reqayê rizgar kirin. Li nîvê din ê taxê jî şer dewam dike.
Şervanên QSD'ê nîvê taxa Hattînê ya rojavayê Reqayê rizgar kirin. Li nîvê din ê taxê jî şer dewam dike.
Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 17’an de didome. Li gorî agahiyan şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li taxên rojhilat û rojava yê bajêr bi pêş ve diçin.
Hate gotin nîvê taxa Hattînê ya li eniya rojava ya Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê hatiye paqijkirin. Li beşê din ê taxê jî şer dewam dike.
Di şer de gelek çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin, lê têkildarî hejmara çeteyên kuştî agahiyeke zelal nîn e.