216 ciwanên din jî tevlî QSD`ê bûn
216 ciwanên ku piştî Dewreya Perwerdê ya 12’emîn a Akademiya Feysel Ebû Leyla bi dawî kirin, beşdarî nava refên QSD’ê bûn.
216 ciwanên ku piştî Dewreya Perwerdê ya 12’emîn a Akademiya Feysel Ebû Leyla bi dawî kirin, beşdarî nava refên QSD’ê bûn.
Dewreya perwerde ya 12`emîn a Akademiya Feysel Ebû Leyla ku bi beşdarbûna 216 ciwanên Reqayê hatibû destpêkirin, bi dawî bû.
216 şervanên QSD`ê yên ji Reqayê tevlî dewreya pewerde ya bi navê Şehîdên Reqayê hatiye lidarxistin, bûn. 12’emîn Dewreya Şehîdên Reqayê li Akademiya Fermandara Feysel Ebû Leyla hate kirin. Di dewreyê de perwerdeyên di aliyê leşkerî û bîrdozî de hatin dayîn.
Bi dehan şervan û fermandarên QSD`ê tevlî merasîma bidawîkirina dewreya perwerde bûn.
Merasîm bi deqeyekê rêzgirtine destpê kir. Piştî wê Fermandarê QSD`ê Ebdulezîz Yûnis di merasîmê de axivî û bal kişand ser girîngiya perwerdeyê û serkeftinên ku têne bidest xistin.
Şervanan piştî ku soza xwe dan merasîm bi gerandina govendê ve bidawî bû.