Yûsif: Pêşniyara me, pevretiya ji dil e
Hevseroka Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Yûsif: Netewe dewletan îflas kirine. Eger em dixwazin gel bi hev re bin, hingî rêyek li pêşiya me: Pevretiya ji dil.
Hevseroka Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Yûsif: Netewe dewletan îflas kirine. Eger em dixwazin gel bi hev re bin, hingî rêyek li pêşiya me: Pevretiya ji dil.
Di civîna 3. a Meclîsa Damezrîner a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê de, ku 27-28'ê Tîrmehê hate kirin, Qanûna Hilbijartinê û Herêmên Rêveberiyê hate erêkirin û dema hilbijartinê hate diyarkirin. Li gorî vê yekê, wê 22'ê Îlonê hilbijartinên komunan, 3'ê Mijdarê hilbijartinên rêveberiyên herêmî û 19'ê Çileya 2018'an jî hilbijartinên konseyên herêmî û Kongreya Gel a Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê werin kirin. Hevseroka Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif ji me re qala pîvanên Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, herêmên rêveberiyê û sîstema hilbijartinê kir.
'EM, PEVRETIYA JI DIL PÊŞNIYAR DIKIN'
Yûsif diyar kir, ku dema qala federasyonê tê kirin, yekser tirs, fikar û panîka 'welat tê parçekirin, desthilatdarî ji dest diçe' dikeve mejiyê hêzên nîjadperest/şovenîst û dewletên herêmî.
Yûsif anî ziman, ku der barê vê de propaganda reşkirinê tê kirin û got, "Beriya her tiştî vê yekê bêjim; bila kes xwe nexapîne. Li Iraq, Sûriye, Tirkiyeyê; li gelemperiay Rojhilata Navîn parçebûnek heye. Dixwazin bi hev bizeliqînin lê nabe. Gel êdî ji vê sîstemê bêzar bûye. Di rewşeke bi vî rengî de, ku ewqas zilm, cihêkarî û polîtîkayên qirkirinê heye, tu nikare gelan bi dewletê ve girê bide, nikare li gel hev bihêle. Di vî warî de îflas kiriye. Eger em dixwazin vê erdnîgariyê û van gelan bi hev re bihêlin, hingî rêyek tenê li pêşiya me ye; pevretiya ji dil."
Foza Yûsif destnîşan kir, ku ya ew pêşniyar dikin, pevretiya ji dil e û destnîşan kir, ew forma wê yekê pêşkêş dikin, ku komên cuda yên etnîkî, çandî, civakî, siyasî, olî/mezhebî bi rengekî azad bi hev re bijîn.
MODELA FEDERASYONA DEMOKRATÎK A BAKURÊ SÛRIYEYÊ
Têkildarî cudahiya navbera modela wan û federasyonên din ên li cîhanê, Yûsif wiha axivî:
"Niha li cîhanê gelek modelên federasyonê hene. Nabe ku em hemûyan weke hev bibînin. Pirsgirêkên heyî yên li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê gelekî dişibin hev. Modela ku em dixwazin biafirînin, modeleke ku jin di nav de heye. Modeleke ku mêrên di nava lêgerîna azadyê de ne, gelan bi hemû taybetmendiyên wan vedihewîne. Modeleke ku hemû baweriyan di nava xwe de vedihewîne.
Me tiştekî bi vî rengî li hevpeymana xwe ya civakî bi cih kir: "Ti ziman ji zimanên din mezintir nîne. Ti nasnameya civakî ji nasnameyeke din a civakî hêjatir nîne. Ti çand ji çandeke din hêjatir nîne. Di nava civakê de çiqas çand hebin, hemû jî hêja ne, divê werin xurtkirin. Pêwîste hemû civak, gel bi zimanên xwe biaxivin, pê bixwînin. Baweriya xwe xurt bikin. Ev mafê her kesî ye û ji aliyê kesî ve nehatiye bexşandin.
Herî zêde pêwîstiya Rojhilata Navîn bi demokrasiyê heye. Rêveberiyên Baasê, pêkanînên Erdogan û ferzên Îranê karesatan girantir dikin.
Binerin; welat ji derve nayên parçekirin, ji hundir ve tên parçekirin. Eger tu demokrasiyê neafirîne, tu mafên mirovan û nasnameyên etnîkî nas nke, hizûrê nexe nava welatê xwe, tu çiqasî dîwaran lê bike jî nikare pêşî li parçebûna welêt bigire. Vaye Tirkiye li pêş çavan e, li her derê dîwaran lê dike. Lê bi kêr nayê."
HERÊMÊN RÊVEBERIYÊ YÊN SÎSTEMA FEDERAL
Li ser rêveberiyên herêmî yên sîstema federal a demokratîk Foza Yûsif got, "Piştî avakirina Rêveberiyên Xweser ên Demokratîk, gelek herêmên di destê DAIŞ'ê de bûn hatin rizgarkirin. Herêm berfireh bû. Berê 3 kanton hebûn. Her sê kanton ji hin aliyan ve bi rengekî koordîneyî bi hev re dixebitîn, lê belê qutbûnek jî hebû. Bi rizgarkirina herêmên din re me dest bi nîqaşê kir, ku çawa dikarin rêveberiyên herêmî û rêveberiyên xweseriya demokratîk xurtir bikin.
Nêzîkatiya me xurtkirina navnedî nîne. Me xwest rêveberiyên herêmî û meclîsan xurt bikin. Guhertina rêveberiyên herêmî jî me li ser vê bingehê kir.
Bi sererastkirina herêmên rêveberiyê re armancên me yên bingehîn;
Xurtkirina rêveberiyên herêmî
Jiholêrakirina rûtîn û burokrasiya li nava dewleta navendî
Xizmet hê bêhtir di nava gel de bên kirin."
QANÛNA HILBIJARTINÊ
Ji bo qanûna hilbijartinê jî Yûsif ev nirxandin kir: "Me qanûna hilbijartinê li gorî hevpeymana civakî amade kir. Ji bo gel, nasname, bawerî, jin; her kes bi rengekî wekhev li meclîsan bên temsîlkirin, me qanûnek amade kir. Wê kotayek bê dayin û li gorî vê kotayê wê her kes xwe temsîl bike. Mafekî di vê mijarê de garantî bûye, heye. 60 ji sedî wê bi hilbijartinê, 40 ji sedî jî kota ji gelan ya jî beşên din ên civakê be.
Bi qasî zanim û me lêkolîn kirine, ev yek li ti cihî nîne. Yên ku destpêkê vê bi cih tîne, em in. Wê dîsa bi hilbijartinê were kirin, lê gel û civakên cuda bi awayekî wekhev cih bigirin.
Jin ji xwe 50 ji sedî ye. Ev tiştekî misoger e. Di hemû lîsteyan de rewş bi vî rengî ye. Ev yek hem di nava hevpeymanê, hem jî di nava qanûna hilbijartinê de heye. Ji komunan heta kongreya demokratîk a gelan, kotaya 40 ji sedî û sîstema hevserokatiyê misoger in.
Ji bo ciwanan emrê dengdan û hilbijartinê 19 ye. Keseke/î 18 salÎ dikare xwe ji bo hemû mekanîzmayan pêşniyar bike.
Her kesên rûniştineke xwe ya 10 salan li vir heye, dikarin dengê xwe bidin û bibin namzet. Nêzîkatiya me li gorî pêwîstiya civakê ye."