Şervanên QSD'ê 93 roj in li Reqayê operasyona Cenga Mezin a li dijî DAIŞ'ê dimeşînin. Şervanên QSD’ê ku heta niha 16 tax ji DAIŞ'ê rizgar kirin li Rojhilat û Rojava pêş ve diçin. Şervanên QSD'ê yên ku DAIŞ li Reqa asê kirine, li taxên El Berîd û Mirûr şer dijwar bûye. Heta niha QSD'ê gelek noqteyên DAIŞ’ê xistiye bin kontrola xwe. Li Eniya Rojava Taxa Mirûrê, Qesra Edaletê, li Eniya Rojhilat jî taxa Rewda li ber rizgarkirinê ye. Şervanên QSD'ê Deriyê Bexdê yê li Reqaya Berê xistin bin kontrola xwe û derî li çûn û hatina DAIŞ'ê girtin. QSD’ê bi girtina Deriyê Bexdê, deriyê herî mezin ê çûn û hatina DAIŞ'ê girt û hemû sûrên dîrokî xistin bin kontrola xwe. QSD'ê bi kontrolkirina Deriyê Bextê deriyê mifteya bajar xist kontrola xwe.
Deriyê Bexdê yê derûdora wê bi hesin pêçayî ye, di sala 1980’an de ji aliyê Rejîma Sûriyeyê ve hatibû restorekirin. Bilindbûna derî nêzî 30 metre ye. Bi kontrola Deriyê Bexdê re rêya ku diçe Reqaya Kevn jî tê kontrolkirin.