Welatiyên Reqayê 3 şehîdên xwe spart axê
Bi sedan welatiyên navçeya Eyn Îsa û gundên wê cenazeyên 3 şervanên QSD’ê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, bi merasîmekê li goristana şehîdan a bajarê Reqayê veşartin.
Bi sedan welatiyên navçeya Eyn Îsa û gundên wê cenazeyên 3 şervanên QSD’ê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, bi merasîmekê li goristana şehîdan a bajarê Reqayê veşartin.
Welatiyên navçeya Eyn Îsa li pêşiya Şaredariya Gel a navçeyê kom bûn û cenazeyên şervanên QSD’ê Ebdulxefûr Xelf (Ebû Hûzeyfa), Ebdulqadir Hemûd (Rûbar Kobanê) û Ebdulkerîm Hesen (Leymûnî) wergirtin û bi karwanekî ji wesayitan birin goristan şehîdên Reqayê ya li gundê Hikûmiyê yê li bakurê Reqayê.
Merasîma li vê derê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Îsmaîl axivî û got, ew bejna xwe li ber berxwedana şehîdan ditewînin.
Di dewama merasîmê de jî bi navê Hevserokatiya Meclîsa Reqayê Îbrahîm Ferec axivî û got: "Em di serdemeke dîrokî de ne. Şehîdên me rêya me ronî kirine."
Bi navê QSD'ê jî Îbrahîm Hesen axivî û û destnîşan kir ku wê timî li ser şopa şehîdan bin.
Piştî axaftin bi dawî bûn nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên şervanên QSD’ê bi dirûşmeyan li goristanê veşartin.