Cenazeyên 2 şehîdan li Tirbespiyê hatin veşartin
Cenazeyên cangoriyên têkoşîna azadiyê Seyîd Riza û Ebû Şilaş, li Tirbesiyê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.
Cenazeyên cangoriyên têkoşîna azadiyê Seyîd Riza û Ebû Şilaş, li Tirbesiyê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.
Ji bo veşartina cenazeyên şervanê YPG'ê Xelîl Şilaş (Ebû Şilaş El Idwanî) yê li Reqayê di pêngava rizgarkirinê de şehîd bû û endamê Hêzên Asayîşê Cemal Remo (Seyîd Riza) ê ji ber nexweşiyê şehîd bû, li goristana Şehîd Dilşer a bajarê Tirbespiyê merasîmek hate lidarxistin.
Li dû merasîma leşkerî, fermandar Azad Mihemed, endamê Rêveberiya Hêzên Asayîşê Ebdullah Xelîl û bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Îdan Efîn axivîn.
Qisekeran sersaxî ji malbatan re xwestin û bi bîr xistin, ku bi saya fedakariya cangoriyên azadiyê li qadên leşkerî û siyasî destketiyên mezin hatine afirandin.
Di dawiya merasîmê de nasnameya her du şehîdan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenaze piştre hatin veşartin.
Endamê Hêzên Asayîşê Cemal Remo di salên 80′î de beşdarî nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê bû û ji kesayetên nêz ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bû.
Cemal bi destpêkirina şoreşa Rojava re beşdarî nava refên Hêzên Asayîşê bû û di gelek operasyonan de cih girt.