Dest ji pêşmergetiya PDK'ê berda û tevlî YPG'ê bû

Niştiman Kurdistan ku dest ji pêşmergetiya PDK'ê berda û tevlî nava YPG'ê bû, li Reqayê şerê DAIŞ'ê dike. Kurdistan got, "Em hatin li vir dawî li DAIŞ’ê bînin. Me piraniya bajar paqij kir. Em ê van rojan mizgîniya azadiya Reqa bi gel re parve bikin."

Operasyona Cenga Mezin a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li Reqa li dijî DAIŞ'ê daye destpêkirin di roja 93’an de dewam dike. Hêsên QSD'ê li Eniya Rojhilat û Rojava şer geş kirine. Li Eniya Rojava şer li taxên El Berîd, Mirûr li eniya Rojhilata jî şer li taxa Rewda didome. Di şer de gelek kolanên taxan ji destê DAIŞ'ê hat xelaskirin. Di operasyona li eniya Rojhilat de Şervanê Kelhurî jî di nava şer de cihê xwe digire. 

KELHURÎ ŞERVAN E 

Niştiman Kurdistan ku ji bajarê Kirmanşahê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, şervanekî 20 salî ye. Eşîra wî li dijî rejîma Seddam Huseyîn şer kiriye û bûye du perçe. Beşek eşîrê diçe Kirmanşahê û yek jî li herêma Iraqê dimîne. Kurdistan ku ji malbatek Başûrê Kurdistanê ya Şîa ye, pêşmergetiya KDP'ê kiriye. 

JI PÊŞMERGEYAN QETIYA, TEV LI YPG’Ê BÛ

Kurdistan, di serdema ku DAIŞ’ê êrîşî Şengalê û bajarên Başûrê Kurdistanê kir, biryar da ku tev li hêzên YPG'ê bibe. Kurdistan, di nava eşîra xwe de yekem kesê tev li refê YPG'ê dibe. Niştiman Kurdistan li Başûrê Kurdistanê li bajarê Celewle li dijî DAIŞ'ê şer kir. Tevî ku dayik û bavê wî destûr nedan jî dest ji pêşmergeyan berdan û tev li YPG'ê bû. 

ŞENGAL BÛ SEDEM

Niştiman Kürdistan diyar kir ku ji eşîra wan yekem kesên tev li Refên YPG'ê bûye û wiha got: "Di serdema şerê Şengalê de ez gelek ketim bin bandora êrîşan. Ez wê demê pêşmerge bûm. DAIŞ'ê di serî de li Şengalê êrîşî gelek bajarên Başûr dikir. Dema DAIŞ'ê Şengal dakir kir, peşmergeyan û gelê KDP'ê Gelê Şengalê bi tenê hiştin. Ev ji bo min bû şikestina destpêkê." 

EZ KETIM BIN BANDORA ŞERVANÊN JIN

Kurdistan, anî ziman ku DAIŞ’ê piştre li Şengal û Bakur êrîşî gel kir û wiha got: "Di şer de li dijî DAIŞ'ê du şervanên jin ên YPG'ê bi sekn û şerê xwe bandorek mezin li ser min çêkirin. Berxwedanek efsûnî nîşan dan. Ez pir ketim bin bandora şervanên jin. Dema şervanên jin hatin gelê Şengalê rizgar bikim ez zêde ketim bin bandora wan û min fikra xwe guhert ku li dijî DAIŞ’ê şer bikim. 

DI RIZGARKIRINA REQAYA BERÊ DE ROLEK MEZIN LÎST

Kurdistan anî ziman ku ji bo Reqa azad bike û mirovên li vir karibin nefes bistînin hatiye li dijî DAIŞ'ê şer dike. Kurdistan li Eniya Rojhilat di rizgarkirina taxa Reqaya berê de rolek mezin lîst. Di nava hêzên ku li dijî DAIŞ’ê bi hefteyan e operasyonê pêk tîne de cih girt. Kurdistan wiha got: "Em hatin li vir dawî li DAIŞ’ê bînin. Heta ku em DAIŞ'ê ji vir paqij bikin em ê şer bikin. Me piraniya bajar paqij kir. Em ê van rojan mizgîniya azadiya Reqa bi gel re parve bikin."