Şerê li Reqayê: 13 çete hatin kuştin, 10 sîvîl hatin rizgarkirin

Li taxa El-Emîn a navenda bajarê Reqayê şerên giran rû didin. Tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê li heman taxê 10 sivîl di nav de zarokekî ku sekvanên çeteyên  DAIŞ`ê ew birîndar kiribû, rizgar kirin.