Koma 'Mertala Firatê' tevlî nava refên QSD'ê bû!
Yek ji komên di nava operasyona 'Mertala Firatê' de cih girt Lîwa El Şîmal, tevî çekên xwe li nava refên QSD'ê tevlî operasyona Reqayê bû.
Yek ji komên di nava operasyona 'Mertala Firatê' de cih girt Lîwa El Şîmal, tevî çekên xwe li nava refên QSD'ê tevlî operasyona Reqayê bû.
"Cenga Mezin" a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ku ji bo rizgarkirina Reqayê da destpêkirin, di roja 91'ê de ye. Şervan li eniyên rojhilat û rojava, bê navber operasyonê dikin. Li eniya rojava, şer li taxên El Berîd, Mirûr û Nehdayê giran e. Şervanan beşeke mezin a taxa Mirûrê kontrol kirine û çeteyên DAIŞ'ê li navenda bajêr asê kirine. Di operasyonê de gelek şervanên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê cih digirin. Koma Lîwa El Şîmal, ku di dema operasyona 'Mertala Firatê' ya ku artêşa Tirk a dagirker li Cerablûsê kir bi artêşa Tirk re tevgeriya, bi çekên xwe derbasî nava refên QSD'ê bû. Lîwa El Şîmal niha di operasyona Reqayê de li gel QSD'ê şerê DAIŞ'ê dike.
'TIRKIYEYÊ EM XAPAND'
Şervanên ku tevî çekên xwe hatin, nasnameyên ku Tirkiyeyê dabû wan, radestî hêzên QSD'ê kirin. Di van nasnameyan de, ku Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê (AFAD) ve hatin amadekirin, hemû şervan weke ku ji Dêra Zorê ne hatine nivîsandin. Li ser nasnameyan nivîsa "Qerta Nasandinê ya Navenda Bêhnvedanê ya Suleyman Şah a Qeymeqamtiya Akçakale" nivîsî ye. Ji vê jî fêhm dibe ku endamên komên "Mertala Firatê" bi van qetên penaberiyê bi hêsanî li nava Tirkiyeyê digerin. Koma tevlî nava refên QSD'ê bû ji 21 kesî pêk tê. Hin ji van şervanan tevî malbatên xwe hatine.
Fermandarê koma navborî Mihemed El Mûsa, ku hatiye eniya rojhilat a bajêr û tevlî operasyona Reqayê bûye, anî ziman ku ew berê ji komên 'Mertala Firatê' bûne û ragihand, ku ew ji 'Mertala Firatê' qut bûne û tevlî nava hêzên QSD'ê bûne. Mûsa destnîşan kir, ku ew tevlî QSD'ê bûne û hatine li Reqayê şer bikin.
Têkildarî sedema tevlîbûna xwe li operasyona 'Mertala Firatê' Mûsa got, "Em ji ber vê armancê tevlî wan bûbûn; Tirkiyeyê soz dabû me ku em biçin Dêra Zorê. Lê belê soza xwe bi cih neanî. Em xapandin. Ji xwe ti tiştê wan gotin rast derneketin. Jİ ber vê yekê em gelek kom ji wan qut bûn."
Mûsa ragihand, ew tevî çekên xwe tevlî nava refên QSD'ê bûne û got, ew dixwazin her kes zanibe ku ji niha û pê ve di nava şerê Reqayê de ne.
'WÊ TIŞTEKÎ BI NAVÊ MERTALA FIRATÊ NEMÎNE'
Mûsa diyar kir, Tirkiyeyê gelek kom xapandiye û destnîşan kir ku hêz û eşîrên tevlî wan bûne ji vê rewşê aciz in. Mûsa got, "Tirkiye gelek koman bi sozên dane me di nava xwe de digire; lê belê gelek hêz û eşîran niyeta wan fêhm kirin. Lewma her kesî biryar daye ji wan qut bibe. Bi vî rengî dewam bike wê tiştekî bi navê 'Mertala Firatê' nemîne."