Cenazeyê şervanê YPG'ê Serhed hate veşartin
Welatiyên Serêkaniyê cenazeyê şervanê YPG'ê Serhed Serêkaniyê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî veşartin.
Welatiyên Serêkaniyê cenazeyê şervanê YPG'ê Serhed Serêkaniyê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî veşartin.
Bi sedan welatiyên bajarê Serêkaniyê cenazeyê şervanê YPG'ê Ferhat Xalid (Serhed Serêkaniyê) ku di 30`ê Tebaxê de li Reqayê şehîd bibû, ji Nexwşexaneya Roj wergirtin û bi karwanekî wesayîtan berê xwe dan Goristana Şehîd Rûstem Cûdî ya gundê Berkevirê.
Li goristanê ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre bavê şehîd Serhed Serêkaniyê Îsmaîl Xalid axivî û got:ʺMin kurê xwe fedayî vî welatî ku cûdahî naxê navbera Kurd, Ereb û Suryan, kir. Em hemû amade ne ku di rêya şehîdan de bimeşin û xwîna xwe ji bo vî welatî bidin.ʺ
Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Şêrîn Elî jî axivî û sersaxî ji malbata têkoşer Ferhat re xwest.
Piştre nasnameya şervanê YPG'ê hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Cenazeyê Serhed Serêkaniyê bi dirûşme û tilîliyên dayîkan li goristanê hate veşartin.