Nasnameya şervanekî Sotoro hate eşkerekirin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sotoro nasnameya şervanekî xwe yê ku di Pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûye, eşkere kir.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sotoro ya ku bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervaneke xwe eşkere kir ev tişt got:

″Bi serbilindî em nasnameya şervanê Hêzên Sotoro Mihemed Iwêd ( Heyro) ê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê encama teqîna mayînekê de şehîd bû, eşkere dikin.

Şehîd Mihemed di 10′ê meha Îlona sala 1994′an de ji dayîk bûye û di 27′ê meha Hezîranê de, piştî ku perwerdeya xwe ya siyasî û leşkerî dît tevlî nava refên Hêzên Ewlehiya Suryanî (Sotoro) bû.

Bi şehadeta şervanê Suryanî, xwîna hemû ciwanên herêmê yên Kurd, Ereb û Suryan di oxira avakirina jiyana hevbeş û biratiya gelan de, tevlî hev bû. Ji bo jiyaneke azad û civakeke demokratîk û federal were avakirin.

Em soza şopandina rçya şehîd Mihemed didin û em ê hemû gelê xwe biparêzin.″